Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 101. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê di roja 101’ê de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwazên xwe de bi îsrarin.
Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê jî bi biryardariyeke mezin didome.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku îro sedana nobetê kir got:“Vê têkoşînê bêdengiya di nava civakê de ji holê rakiriye û têkoşîn mezin kiriye.”

Berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê 100 roj li pey xwe hişt.

Dîlgirtiyên azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd dest bi gireva birçîbûnê kirine di daxwazên xwe de bi îsrarin.

Îro çalakî di roja 101’ê de ye.

Girtiyên siyasî berê jî di peyamên ku rêkiribûn de diyar kiribûn ku heta daxwazên wan bicîh neyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Nobeta Edaletê: Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe

Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pêkiye jî bi biryardariyeke mezin didome.

Yek ji bajarê ku çalakî lê hatiye destpêkirine Stenbole.

Îro jî gelek Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê û rêxistinên din serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Apo peyam hatin dayîn û hate gotin:

“Divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

Çalakiya li Amedê jî di roja 93’yan de ye.

Li wir jî çalakgeran berxwedana zindana silav kirin û bang li rayedaran kirin ku daxwazên girtiyan bicîh bînin.

Devereke din a ku çalakî lê heye jî Êlih e.

Îro jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesên din serdana nobetê kirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, qala girîngiya têkoşîna ku dayik didin kir û got:

“Vê têkoşînê bêdengiya di nava civakê de ji holê rakiriye û têkoşîn mezin kiriye.”

Bi heman armancê çalakiyên li Mêrsîn, Îzmîr û Wan ê dewam bû.

Li wir jî dayîkên di çalakiyê de piştevaniya xwe ya bi girtiyên zindana re anîn ziman û gotin:

“Yekane tişta em dixwazin ew e ku birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin.”

Nobeta Edaletê: Ji bo avakirina jiyana azad divê tecrîd bidawî bibe

Back to top button