Operasyona hêzên QSD’ê û Asayîşê bê navber didome

Operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê a li taxên Xiwêran û Zihur ên Hesekê îro jî dewam kir. Hêzên QSD’ê û Asayîşê li der û hundirê girtîgeha Sînaa operasyonê didomînin. Îro 550 çeteyên din xwe radestî hêzên QSD’ê kirin û beşeke mezin ji girtîgehê ket destê şervanan..

Çeteyên xwekuj ên DAIŞ`ê şeva pêncşemê di 20’ê Çile de êrişî girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a girtiyên DAIŞ`ê kir.

Erebeyeke bombebarkirî destpêkê hat teqandin û paşê bi motorsîklêtekî bombebarkirî ji aliyê taxa Zihûr ve êriş pêk hat û li ber deriyê girtîgehê hat teqandin…

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD yekser xwe gihandin derûdora girtîgehê da pêşiyê li reva çeteyên DAIŞ’ê bigrin…

Êriş hat bêbandor kirin û derdora girtîgehê û taxên li rex girtîgehê hatin dorpêçkirin..

Di 24’ê Çile de ji bo ewlehiyê û wekî tedbîr, desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li ser Hesekê ragihand…

Tevgra welatiyan bi vê biryarê re kêm bû û bi şev xelk li taxên xwe nobetê digrin û hişyariyeke berçav li kolanên bajar tê dîtin…

QSD:9 karmendên girtîgehê yên êsîr hatin rizgarkirin

Hêzên Ewlekariyê û QSD’ê lêgerîna li taxên Xiwêran û Zihur didomînin..

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro sibehê derbarê geşedanên dawî de daxuyanî da û got:

Hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sînaa ji destê DAIŞ`ê xilas kir û birin cihekî ewle.

Di operasyona li taxa Zihur jî ku çeteyên DAIŞ’ê xwe di malên sivîlan de asê kirine 5 terorîstên DAIŞ’ê yên xwekuj ên êrişker hatin kuştn.

Li taxa Xiwêran a rojhilat jî di lêgerînê de şer derket û li vir 9 çete ku 2 jê çeteyên xwekuj bûn, hatin kuştin.

Li aliyê çemê Xabûr ê başûrê Hesekê, hêzên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku plan dikirin alîkariya çeteyên di girtîgehê de bikin, operasyon pêk hat..

Li vir jî 3 çete hatin kuştin.

550 çeteyên DAIŞ’ê yên din xwe radestî QSD’ê kir

Li gorî navneda Ragihandina QSD’ê, îro danê sibehê, piştî operasyoneke hêzên QSD’ê, 250 çeteyî xwe radest kir…

Her wiha di seatên ber bi êvarê jî nûçegihanên me ragihandin ku 300 çeteyên din ku di nava wan de yên di êrişa 20 Çile de cih girtibûn xwe radestî hêzên QSD’ê kirin..

Bi vê yekê jî hêjmara çeteyên ji duh ve xwe radest kirin, gihaşt 850 çeteyî…

Navenda Ragihandinê ya QSD di seatên piştî nîvro de jî ragihand ku hêzên wan beşeke din a avahiya girtîgeha Sînaa ku ji 8 qawûşan pêk tê, xistiye bin kontrola xwe.

Di dewama operasyonên li taxan de jî, hêzên operasyonê yên QSD’ê li taxa Zihur çeteyek girtin…..

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser malpera xwe jî dîmenên operasyonê û şerê li dijî çeteyan ji nava girtîgehê belav kir.

 

Back to top button