Konê çalakiyê ya li Şehbayê di roja xwe ya 3. de bi dawî bû

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kuristanê çalakiyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li Şehbayê konê çalakiyê ya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû. Saziya Birîndarên Şer a Herêma Efrînê jî bang li aliyên siyasî kir rê li pêşiya hevkariya PDK’ê bigirin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê ên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kurdistanê û li ser Şengalê, çalakiyên gel dewam dikin.

Li Şehbayê çalakiya konvedanê ya ji hêla Yekîtiya Êzîdiyên Herêma Efrînê hatibû organîzekirin, di roja sêyem de bi dawî bû.

Di roja sêyem ya çalakiya konvedanê de li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî hatin dayîn.

Saziya birîndarên şer a herêma Efrînê êrişên dijî gerîla şermezar kir

Li Şehbayê jî, Saziya Birîndarên Şer ên Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dagikeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û li ser Şengalê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sînorekê ji êrişên dagirkeriya dewleta Tirk re deyînin.

Back to top button