Desteya Hundurîn tedbîrên Ewlekariyê ragihandin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên ewlekariyê ragihandin;
Mîna çûn û hatina matorsiklêtan, erebeyên navîn û mezin di nav bajaran de qedexe ye.
Ew tedbîr ji 6’ê Adarê heta 6’ê Nîsanê dikevin pratîkê.

Li gor daxwiyaniyê tebrîdên hatine girtin ev in :

“Çûn û hatina motorsiklêtan bi temamî di nav bajaran de qedexe ye.

Bi roj, di nava bajaran de ketin û derketina erebeyên barhilgir û sahrîcan (mezin û navîn) qedexe ye.

Lê tenê saet ji 12:00’ên êvarê heta bi 06:00’ê sibehê dikarin têkevin û derkevin.

Lê erebeyên barhilgir û sahrîcên saziyên xizmetguzariyê, mîna firin, aş û navendên tenduristiyê dikarin têkevin û derkevin.

Pêwîst e hemû komîn û meclis bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin û van tedbîran pêk bînin.”

Desteyê bang li gel kir ku bi hêzên xwe re alîkar bin û ji bo her tevgereke gumanbar agahiyê bidin.

Back to top button