Li Şengalê..endamên Rêveberiya Xweser dewreya perwerdeya xwe bi dawî kirin

Şengala ku li aliyekî hewl dide birînên xwe yên fermana 2014’an bipêçe, li aliyê din jî di pêvajoyeke xwe ji nûve avakirinê de ye.

Di vê çarçoveyê de, ji bo endamên Rêveberiya Xweser li Şengalê dewreya perwerdeya ku hatibû vekirin, piştî 10 rojan bidawî bû.

Di dewrê de, perwerde li ser dîroka Êzdayetî, Kurdistan, têkoşîna azadiya jin û netewa demokratîk hat dayîn.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gel a Şengalê Sêvê Emo ku beşdarî dewreyê bûbû got:

“Civaka Êzidî ji dîroka wan hatiye dûrxistin, lewma pêwîstiya me perwerdeyê hebû.

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Îlyas jî îşaret bi girîngiya perwerdeyê kir û ev tişt anî ziman:

“Me kar û xebatek daye ser milê xwe, me sozek daye ji bo bikarin pêşî li fermanan bigirin.

Ger îro hinek aliyên siyasî gelê me ji bo xwe bikartînin, ev jî bê perwerdehiyê tê.

Eger beriya fermana 2014’an ev perwerde hebûya, wê ev tişt ne hata serê me.”

Back to top button