Li Amûdê ji bo 8’ê Adarê 7 Jin komeke govendê ava kirin

Bi boneya 8’ê Adarê, 7 jin komek ava kir û navê hevseroka Meclisa Qamişlo şehîd Rîhan lê kir.
Ev kom wê cara yekem tev li çalakiyên 8’ê Adarê bibin.

Kom ji 7 jinên ji gundên navçeya Amûdê ku temenê wan di navbera 40 heta 60 salî ye pêk tê.

Rojane li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya li navçeya Amûdê perwerde dibin.

Bi rêya govendê dixwazin têkiliya nifşê nû bi çandê re xurtir bikin û mîrasa kurdî dewlemendtir bikin.

Der barê avakirina komê de berpirsa komê Xade Ebdulqadir diyar kir ku ji bo bîranîna şehîd Rîhan, navê wê li koma xwe kirine.

Endama komê Gulîzer Îsmaîl Mihemed (50) behsa amadekariyên komê kir û got:

“Bi însiyatîfa xwe me ev koma ku tevahî endamên wê jin e ava kir.

Tevî ku perwerdeyên me zêde bûn jî, lê ji ber kelecan û kêfxweşiya me em ne westiyan.

Ji ber ku ez dixwazim li ser dika çalakiya 8’ê Adarê bi moralên bilind, berhemên xwe pêşkêş bikim.”

Back to top button