Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Seyade yê Minbicê kir, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê da û têk birin, di encamê de pevşûn bi çekên giran rû da.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Seyade yê Minbicê kir, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da û têk bir.
Li gorî navendê, di encamê de bi çekên giran pevçûn rû da û çete neçar man vekişin.