Foza Yusiv: Me rastiya gelê şoreşger nîşan da

Foza Yusiv îşaret bi keda HPC’ê kir û got, bi vê pêngavê re me rastiya gelên şoreşger nîşan da.

Ji bo parastina berhemenên çandiniyê yên îsal xebatek zêde hate meşandin.

Bi taybet insyatifa welatî û Hêzên Parastina Civakî û HPC-Jin hişt ku rê li ber şewata zeviyan heta radeyeke zêde bigrin.

Ji bo vê yekê jî rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo HPC û HPC-Jin şahiyên xelatkirinê lidar dixe.

Di şahiya xelatkirinê ya li bajarê Qamişlo de, Endama Desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv jî amade bû.

Foza îşaret bi keda HPC’ê kir û got, bi vê pêngavê re me rastiya gelên şoreşger nîşan da.

Back to top button