Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardarî di roja 230’an de didome

Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya Rêber Apo li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye destpêkirin di roja 230’an de bi koma 46’an didome.

Merasîma dewrgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 45’an mamoste Huseyîn Kara axivî.

Huseyîn Kara di destpêkê de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got:

“Hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem li hindir û hem jî li derve, li zindanan em çalakiya wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Bi komployan xwestin li ser rêbertiya me û li ser civaka Kurd planên qirêj bidin meşandin.

Lê îro berxwedaneke bêhempa li Girtîgeha Îmralî meşand û heta astekê rêbertî planên dijmin vala derxist.”

Piştî axaftinê, Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 46’an kir.

Her wiha piştî dewirgirtinê sînevîzyonek li ser bîranîna Şehîd Tolhildan Qendîl hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Li Mexmûrê çalakiya Nobetê bi koma 45’an didome

Back to top button