Li Reqayê hefteya bê Parka Qîtar tê vekirin

Şaredariya Gel a kantona Reqayê ber bi dawiya xebatên amadekirina parka Qîtar (Tirên) ve diçe.
Çaverê ye hefteya bê park bê vekirin.

Parlka Qîtarê ya Reqayê, ji 10 Sibata borî de xebatên jinûve sererastkirinê dan destpêkirin.

Park di encama şerê li herêmê de hatibû wêrankirin.

Niha jî, gerînendetiyê darên xemilê û siyê mîna dara beylesanê yan jî pelesanê, murcan, darên hawîrdorê çandin û kevirên enterlok li peyarê danîn.

Her wiha ji bo lîstikên zarokan 2 qad hatin veqetandin û hewzeke avê li navenda parkê hat danîn.

Gerînendetiyê park bi kehrebe û ronahî kir û kursî danîn.

Serokê gerînendetiyê Mihemed Şeban da zanîn ku dê park hefteya bê were vekirin.

Back to top button