“Em ê li dijî paşverotiyê têbikoşin”

Xwendekarên Zanîngeha Mazandaranê li dijî biryarên dewleta Îranê yên li dijî jinan daxuyaniyek dan. Xwendekaran dan zanîn ku wê di çeperên herî pêş ên Serhildana “Jin Jiyan Azadî” de cihê xwe bigrin û bi gotina ‘Em çi bixwazin em ê wê li xwe bikin’ ferzkirina hîcabê red kirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ di meha 8’an de didome.

Dewleta Îranê jî hewil dide bi ferzkirina hîcanê li dijî jinan serhildanê bitepisîne.

Xwendekarên zanîngeha Mazandaranê li dijî ferzkirina hîcaba bi zorê daxuyaniyek nivîskî dan.

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku Berxwedan Jiyan e û wiha hat gotin:

“Li dijî paşverûtiyan, ala şoreşê ya ku di pêşengiya jinan de hatiye bilindkirin em ê bigrin destên xwe û her roj parastina azadiya xwe bikin.

Beden a me ye ji ber wê em çi bixwazin em ê wê li xwe bikin.

Li her derê hicav tê ferz kirin ji bo ji desthilatdariya xwe bawer bin van tiştan dikin.”

“Em ê mafên xwe yên azadî û wekheviyê biparêzin”

Her wiha xwendekaran di daxuyaniyê de bertek nîşanî zext û ferzkirinên desthilatdariyê dan û gotin:

“Desthilatdar hîcabê weke emrekî ferz dikin û ger jin serê xwe negirin, weke gefê li wan dixwin.

Em jî van ferzkirinan qebûl nakin û em ê mafên xwe yên wekheviyê biparêzin.

“Em ê di çeperên herî pêş de cih bigrin”

Em ê di çeperên herî pêş ên protestoyan de cih bigrin û dirûşmên azadiyê berz bikin.”

Di dawiya daxuyanî yê de xwendekaran diyar kirin ku êdî hêzên tarî cesaret nakin ku ferman bidin û qedexe bikin lewma ev ji bo wan windahiyeke mezine.

Back to top button