Duh balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li dijî seyareya welatiyên Kobanê êrişek pêk anî.. Di encamê de 3 şervanên YPJ’ê şehîd bûn. YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her sê 3 şehîdan eşkere kir. YPJ’ê got:
Me tu caran tola şehîdên xwe li erdê nehîliştiye em ê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin.”
20’ê Nîsanê Balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundên Êdiqê û Textikê yên başûrê Kobanê erebeyek hedef girt.
Di encamê de 3 şervanên YPJ’ê şehîd bûn.
YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her sê şehîdan eşeker kir.
YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên herêmî û yên navneteweyî bi her awayî êrişê çar parçeyên Kurdistanê dike û got:
Di pêşengtiya YPJ’ê de soreşa Rojava ku bi berdêlên giranbiha pêk hat û ji bo hemû mirovahiyê li hember DAIŞ’ê sekinî, li ber xweda di serî de ji bo jin û gelê herêmê bû hêviya azadiyê.
Dewleta Tirk a dagirker jî dijminahiya hêz û vîna jin dike.
Di roja 20’ê Nîsana 2022’yan de hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanî dema ku li ser erkê xwe bûn, bûne hedefa êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker.
YPJ’ê di dewama daxuyaniyê de wiha anî ziman:
Heval Dilar Heleb a ku Endama Fermandariya YPJ’ê a Kobanê bû û di şoreşa Rojava de bi şer û pêngavên ku tê de cih girt jî, pêşengtiya pêvajoyan kir û her çepereke berxwedanê de bû xwedî ked û tekoşîn.
Heval Ronahî Kobanê ji bo azadî, rûmeta jin û gelê xwe li hember hovîtiya çeteyên DAİŞ tevlî refên YPJ’ê dibe û li Kobanê weke bi hezaran hevalên xwe berxwe dide.
Heval Kobanî bi temenê xwe yê ciwan û bi lêgerîneke xurt a azadiyê, bi hez kirin û meraqeke mezin şoreşa me hembêz kir.
YPJ’ê di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destketiyan da.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dilar Heleb
Nav û Paşnav: Ranya Henan
Navê dayîk: Necah
Navê bav: Remzi
Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn-1988
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022
Nasnav: Ronahî Kobanê
Nav û Paşnav: Rodîn Ebdilqadir Mihemed
Navê dayîk: Emîne
Navê bav: Ebdilqadir
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-1996
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê- 20.04.2022
Nasnav: Kobanî
Nav û Paşnav: Cihan Nidal Elî
Navê dayîk: Celila
Navê bav: Nîdal
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-2003
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022