Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay li Parîsê jiyana xwe ji dest da

Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay bi nasnav Metîn, di 3’ê Mijdarê de li paytexta Fransa Parîsê jîyana xwe ji dest da.
Îro li Parîsê ji bo Aydin Gunay merasîmek hat lidarxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, sazîyên Kurdan û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Rezmî Kartal di merasîmê de axivî û bal kişande ser jîyan û tekoşîna 27 salan ya Şehîd Aydin Gunay û got:

”Şahadeta heval Metîn ji bo me gelekî girane. Piştî birayê wî û kurê wî, îro jî ew bû şehîd.

Divê em deynê xwe yê ji bo şehîdan fehm bikin.

Heval Metîn di bin banê tekoşîna azadîyê de 27 salan li ber xwe da û em ê xebatê wî bidomînin.

Divê em bi vê berpirsyartîyê tevbigerin.”

Kurê Şehîd Aydin Gunay Mazlum Gunay jî di merasîmê de axivî û got: ”Ji vê qelebalixîyê tê fehmkirin ku çiqasî bavêmin tê hezkirin.

Ez serbilindim ku ez kurê wî me, birayê Şehîd Azad im û birazîyê apê xwe me.”

 

Back to top button