Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê sînoran nas nake.
Çeteyan 2 kes ji gundê Marata û Hec Hesna revandin û aqubeta wan nayê zanîn.
Li Gundê Marat yê bi ser Efrînê çeteyên ku dewleta Tirk navê polîsa leşkerî li wan kiriye kesê bi navê Mistefa Ednan Şêx li ser bendeke kontrolê ya çeteyan girtin û revandin.
Heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Çeteyan kesê bi navê Kawa Şemsedîn Mihemed yê 30 salî yê ji Gundê Hec Hesna yê bi ser Şiyê revand û ew birine cihekî ne diyar.
Hat diyar kirin Kawa Şemsedîn li ser benda kontrolê ya çeteyan a li bajarê Babê yê dagirkirî bi hincetên bêbingeh hate revandin.
Tenê ji destpêka vê mehê heta niha, çeteyan 59 welatî ji Efrînê revandine.



