Jinê Êzidî û Ereb bi boneya 8’ê Adarê Rojan Jinan a Cîhanî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê meşeke girseyî li Sinûnê lidarxistin.
Çalagerana diyarkirin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin bikin.
Li Kerkûk û Silêmaniyê jî bi çalakiyên cihêreng 8’ê adarê hate pîrozkirin.
Li başûrê kurdistanê jî jin bi çalakiyên cihêreng vê rojê pêşwazî dikin.
Jinê Êzidî û Ereb bi boneya 8’ê Adarê Rojan Jinan a Cîhanî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê meşeke girseyî li Sinûnê lidarxistin.
Meşa ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya şehîd Mam Zekî Şengalî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dikir.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya xwe û hemû jinên di destê DAIŞ’ê de wê têkoşîna xwe mezin bikin
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘ Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.
RJAK’ê bi boneya 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan ên li Kerkûkê kir
Li Kerkûkê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê jî bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan kir û kulîlkên ‘Ji bo mafên jinan bi hev re dixebitin’ û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diyarî wan kir.
Silêmaniye-Bi boneya 8’ê Adarê repak’ê çalakiyek lidar xist
Li Silêmaniyê Rêxistina Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd-REPAK’ê bi diruşmeya ‘Jin xwe û civaka jinûve ji xweliya xwe ava dikin” bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanî bernameyek taybet lidarxist.
Şîlan Şakir di organîzasyonê de axivî û got:
Kurdistan rastî gefên dagirkeriyê hatiye. Divê em jin xebat û çalakiyên xwe bi pêş bixin, têkoşîna xwe bidomînin û li dijî vê zêhniyeta li dijî jinê bisekinin. Werin em sedsala 21’an bi hebûna jin û rengên jinan rengîn bikin.”
Şîlan şakir bang li hemû jinan kir ku yekîtiya jinên kurd a netewî avabikin:
Piştre sînevîzyonek li ser xebat, têkoşîn û çalakiyên jinan ji beşdarvanan re hatin nîşandan.
Di dawiya bernameyê de ji aliyê hûnermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Firmêsk ji beşdarvanên bernameyê re stran gotin.
Riham Hico: Em ê li dijî neheqî û newekheviyê dengê xwe bilind bikin