QSD’ê idîayên dewleta Tirk derbarê şehîdketina şervanên wan de derewand

Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk careke din idîa kir ku wan 11 şervanên QSD’ê şehîd xistine. QSD’ê bersiv da û ev idîa derewand.

Navenda Ragihandin û Çapameniya QSD’ê îro li ser hesasê xwe ya twitterê bersiv da îdîayên Wezareta Parstinê ya dewleta Tirk ku dibêje 11 şervanên QSD’ê li herêmên dagirkirî hatine şehîdexistin.

QSD wiha bersiv da:

“Îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker ku tê gotin roja 18’ê Kanûnê 7 û roja 20’ê Kanûnê jî 4 şervanên me hatine şehîdxistin, ne rast e.

Tu tevgera hêzên me li herêmên navborî tune ye.

Îdiayên bi vî şeklî di çarçoveya şerê taybet de tên kirin.”

Back to top button