Nijer, Malî û Burkîna Faso hêzek hevpar ava kirin

Fermandarên artêşên Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso yên girêdayî Hevpeymaniya Dewletên Sahel li Nîameya paytexta Nîjerê daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her sê welatan hêzeke hevpar avakirine.

Fermandarên artêşên Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso yên girêdayî Hevpeymaniya Dewletên Sahel li Nîameya paytexta Nîjerê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ragihandin ku ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst li sê welatên ku rejimên leşkerî rêve dibe “hêzeke hevpar” hatiye avakirin.

Serfermandarê Giştî yê Nîjerê Musa Salo Parmo di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi hevtayên xwe yên li Nîameyê re wiha got:

“Hêza hevpar a ku ji aliyê endamên Hevpeymaniya Dewletên Sahelê ve hatiye avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê di demeke herî nêz de dê dest bi xebatê bike.”

Derbarê çarçoveya rêxistinî ya hêza hevpar û hejmara leşkerên li ser peywirê de ti daxuyanî nehat dayîn.

Salo Parmo bal kişand ser wê yekê ku ew di wê baweriyê de ne ku bi saya xebatên hevpar ên her sê welatan (Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso) ew ê di afirandina şert û mercên ewlehiyê yên hevpar de bi ser bikevin.

Parmo destnîşan kir ku artêşên her sê welatan karîbûn ‘operasyonek bi pêş bixin û konsepta ku dê derfeta bidestxistina armancên di warê parastin û ewlehiyê de li ser xaka berfireh a van welatan bike.

Li Nîjer, Burkîna Faso û Malî artêşê ji sala 2020’an vir ve bi derbeyên li pey hev hikûmetên sivîl hilweşandine.

Her sê welat bi êrîşên terorî yên bi xwîn ên ku bi salan e didomin re têdikoşin.

Her sê welatên ku mêtingeriyên berê yên Fransa bûn, pişta xwe dan Parîsê û hevkarên nû dîtin.

Ji aliyê din ve 3 welatan ragihandin ku di dawiya meha Çileyê de ew ê xwe ji endamtiya Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) vekişînin.

Back to top button