Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara vekirina hemû deriyên sînor da.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara jimar 149’an da, ku li gorî wê:
-Tevahî deriyên sînor ji bo derbasbûn û derketina weletiyan, bêyî astengî, ji roja Duşemê 12-10-2020’an tên vekirin.
-Ji bo deriyê Sêmalkaiyê rewş li gorî berî dimîne, heta biryarek din were dayîn.