Ji hilbijartina şaredariyan yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re 24 roj ma

Tenê 24 roj ji hilbijarta şaredariyan yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re ma ye.
Lewma Dem partiyê jî di vê çarçoveyê de lez daye xebatên xwe.
Îro jî şandeya DEM Partiyê li navçeya Kulu ya Konyayê bû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Barkirhan got: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de li Konyayê serketinek mezin bidest bixin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê coşa 8’ê Adarê, Newrozê û Hilbijartinan bi hev re tê jiyan kirin.

Tenê 24 roj ji hilbijartina şardariyan re maye.

Lewma DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de lez daye xebatên xwe.

Şandeya DEM Partiyê li navçeya Kulu ya Konyayê bû

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan li navçeya Kulu ya Konyayê tev li hevdîtina bi gel re bû.

Bakirhan: Em ê li Konayê serketinek mezin bi dest bixin

Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re axivî û wiha got:

“Li Kuluyê em ê serketinek mezin bi dest bixin û feraseta xwe ya şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê.

Ji bo her kes bi zimanê xwe biaxive û ji bo hemû ziman bijîn em ê derfetan biafirînin.”

Li navçeya Wêranşarê namzetên DEM Partî bi gel re civiyan

Li navçeya Wêranşarê jî bi gel re hevdîtin hat lidarxistin.

Siyasetmedar û namzetê hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk, namzetên Wêranşarê û gelek kes tev li bûn.

Ahmet Turk: Dem dema Kurdan e

Ahmet Turk li wir jî xîtabî gel kir û ev tişt anî ziman:

“Di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de em di qonaxeke girîng de ne.

Armanca me ew e ku gelê kurd bi nasnameya xwe û bi awayekî birûmet xwe birêve bibe û bijî.

Her wiha Turk, gel li dijî hîleyên hilbijartinê hişyar kir û banga xwedîderketina li namzetan kir.

Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê serdana karkeran kirin

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî jî serdana karkerên Tersaneya Tuzlayê kirin.

Li wir jî bang li gel hate kirin ku biçin ser sindoqan û bersivekî xurt bidin desthilatê.

Têkildarî ewlehiya hilbijartinê DEM Partî civîna çapemeniyê li dar xist

Back to top button