Şandeya KNK’ê li Raperînê bi rûspî û rewşenbîran re civiya

Xebatên şandeya KNK’ê bi pêşengiya hevserok Ehmed Qeremûs yên li başûrê Kurdistanê ên ji bo pêşî girtina şerxwaziya PDK’ê didomin.
Şandeya KNK’ê îro jî bi rûsipî û rewşenbîrên Herêma Raperînê re civiya.

Xebatên gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd yên li dijî hewldanên şerê navxweyî ku PDK dixwaze derxîne didomin.

Di vê çarçoveyê de xebatên şandeya Kongra Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê li başûrê Kurdistaên dewam dikin.

Şandeya KNK’ê ya bi pêşengiya hevsarok Ehmed Qeremûs bi rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperîn re civiya.

Di civînê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li ser armanca serdanên wan yên li Başûrê Kurdistanê axivî. Ehmed Qeremus diyar kir ew dixwazin ji bo pêşî girtina şer, serdana hemû aliyên Başûrê Kurdistanê bikin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bal kişande li ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo geşkirina agirê şer û got; “Dewlet Tirk a faşîst, bi alîkariya çeteyên DAIŞ û Nusra, li dijî gelê Kurd şer dike. Niha jî dixwaze di nava hêzên Kurdan de şer çêbibe. Tenê dagirker wê ji vî şerî sûdê wergirin.”

Endama şandeya KNK’ê Asya Abdula jî axivî û got; “Çawa Herêma Raperîn dijî rejîma Baas’ê serî hilda, divê hewldanên dewleta Tirk yên ji bo êrişkirina ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî pûç bike.”

Rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperînê jî balkişandin ser giringiya yekîtiya netewî û dan zanîn ku tenê yekîtiya netewî dikare pîlanên dijminên gelê Kurd têk bibe.

Back to top button