
Îro salvegera bidarvekirina serokkomarê Mehabadê Qazî Mihemed e.
Bi vê boneyê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniywek da.
KCK’ê diyar kir wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, teqez pêk were.
Îro salvegera bidarvekirina Serokkomarê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî ye.
Bi vê boneyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anîn.
KCK’ê anî ziman wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e teqez pêk were û ev got:
Feraseta netewe-dewlet ketiya nav Rojhilata Navîn û îdeolojiya wê ya nijadperestî sedsala 20’an kiriye sedsala qirkirina Kurdan.
Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên mêtinger serî hildaye û azadî xwestiye. ”
KCK’ê da zanîn ku Komara Mehabadê ya azad û xweser bi komkujî û bidarvekirinan hatiye hilweşandin û wiha domand :
Polîtîkayên bidarvekirin û komkujiyan yên Tirkiye û Îranê li hemberî Kurdan dikin, nîşanî me dide ku di sedsala 20’an de li ser Kurdan zilmeke çawa heye.
Gelê Kurd dixwaze tevî gelên herêmê bi awayekî xweser û azad bijî.
Lê ev daxwaz nayê qebûlkirin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiya daxwiyaniyê piştrast kir ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên Îranê îro çareserkirina doza Kurdan ferz dike û got :
“Ev rastî nîşanî me dide ku Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk gengaz û nêz e.
Ji vî aliyî ve wê şehadetên li hemû parçeyên Kurdistanê wê bi Kurdistana Azad re watedar bibe.
Wê wekî nemirên Kurdistanê di dîrokê de cih bigirin.”