Li Amûdê ji bo peydakirina kelûpelan bi nirxên erzan sûkek hat vekirin

Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, doh sûkeke demkî li navçeya Amûdê vekir. 

Li ser daxwaza Yekîtiya Kargehan, bi tevlîbûna 20 kargehên xwecihî û şirketên madeyên xwarin û paqijiyê, doh sûkeke demkî li qada şehîd Cîhad a Amûdê hat vekirin.

Endam û nûnerên gelek saziyan û şêniyên herêmê tevlî merasîma vekirina sûkê bûn.

Li gorî hevseroka Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sewsen Hisên armanc ji vekirina vê sûkê rê li pêşiya keysebaziyê were girtin.

Her wiha berhemên xwecih teşwîq bikin û madeyan bi nirxên guncav ji şêniyan re peyda bikin.

Ev sûk heta dawiya meha Remezanê wê vekirî bimîne.

Back to top button