
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengal Azad Hisên li ser xeteriya avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de hişyarî da:
Azad Hisên dibêje:
“Ev beşek ji planên metirsîdar ên li dijî Şengalê ye.”
Azad Hisên diyar kir ku Hikumeta Iraqê idîa dike ku armanc ji lêkirina dîwarê, parastina xaka Iraq ji çeteyên DAIŞ`ê ye û got :
“Şengal li Iraqê herêma herî aram e.
Lê diyar e ku hin alî zextê li hikumetê dikin, da ku planên dijber li dijî me pêk bînin.”
Azad Hisên da zanîn ku dema 2014`an çeteyan êrişî herêma Şengal kir, Rojava û Rêveberiya Xweser destek da gel û wiha domand:
” Ji lêkirina dîwar armanc dikin ku Rojava ji Şengalê qut bikin.”
Azad Hisên dawiyê tekez kir divê li hember planên dijber ên li ser civaka êzidî hişyarî hebe û paşperdeya wê were naskirin.