Xelkên herêmê bi boneya 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanî di nava çalakiyan de ne.
Kurd, Ereb û Suryan li kantona Cizîrê, Minbic û Reqayê bi çalakiyên cuda 8’ê Adarê pîrozkirin.
Jinên beşdar eşkere kirin ku ew ê bi yekîtiya xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin û hemû jinan azad bikin.
Sibe 8’ê Adarê ye Roja Jinan A Cîhanî ye.
Bi vê boneyê jinên li herêmê di nava çalakiyan de ne.
Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî li Hesekê bi boneya rojê meşek girseyî li dar xistin.
Meş li ber navenda Akademiya Beytnehrên a jinên ciwan ya taxa Nasra destpê kir û li ber qada Şehîd Athro bi daxuyaniyek bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“8’ê Adarê ji bo me jinên Sûryan weke rojek dîrokî ye. Ev roj roja hemû jinan e.
Emê bi yekîtiya xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin û hemû jinan azad bikin.”
Dîsa her li Hesekê bi heman boneyê li kargeha Xezil şahiyek hate lidarxistin.
Li Çilaxa komîteya Jin a Rêveberiya Dibistanên navçê şanoyek li dar xist
Her wiha xwendekarên amadeyî ên dibistana Ednan El-Malikî li navçeya Til Temirê jî bi şahiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Şaredariya Gel a Reqayê jî bi amadebûna tevgerên Jinan, partiyên siyasî û Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê baxçeyê jinan yê giştî vekir.
10s beta bide
Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya kantona Mınbicê jî bi boneya 8ˊê Adarê li leyîstgeha 4’ê Nîsanê ya Minbicê çalakiyekê li darxist.
Di şahiyê de Endamên Tevger û Rêxistinê Jinan, Saziyên civaka sivîl, Hêzên Leşkerî amade bûn.
Jinên beşdarî şahiyê bûn bi cil û bergên xwe yên gelerî reng dan şahiyê.
Li ber stranan xelekên govendê hatin gerandin.