Li Semsûrê cenaze bi komî têne veşartin

Li Semûsrê êdî rewşa li ser erdê gotin bê wate kiriye.
Ev sê rojin, cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin, bi beteniyan têne pêçandin û bi komî têne veşartin.
Ajokarên kepçeyên ku goran dikolîn jî dibêjin êdî deroniya wan rewşa heyî ranake.

Dîmenên ji Semsûrê tên, nîşan didin bê ka li Semsûrê bandoreke çiqas giran a erdhejê lê bûye.

Di 2 dîmenên gihaştin ber destê Ajansa Mezopotamyayê (MA) de tê dîtin ku cenaze bi awayekî komî tên definkirin.

Operatorê kemçeyê ku ji Silopiyayê bi dilxwazî çûye Semsûrê, du vîdeoyên goristana ku qurbaniyên erdhejê lê hatine definkirin parve kir.

Di dîmenê despêkê de gorek bi kemçeyê hatiye vekirin û 10 cenazeyên bi betaniyeyan hatin pêçandin, li rex hev hatine rêzkirin.

Di dîmenê duyemîn de jî gelek gorên ku bi ser hatiye girtin xuya dike.

Kêlek danîne ser van goran û li ser wan tenê reqemek hatiye nivîsandin.

Kesên jiyana xwe ji dest dane bi cilên wan tên veşartin

Ajokarê kemçeyê yê dîmen kişandî wiha dibêje:

“Tu kes li ser van makîneyên li vir nîne.

Ne AFAD, ne cendirme û ne jî kesekê din.

Ji roja em hatin heta niha cenazeyan derdixînin û defin dikin.

Derûniya me xerab bû.

Ez êdî nekarim li ber xwe bidim.

Cenazeyan derdixînin, hîna cilên wan li ser bi betaniyeyan tên pêçandin û veşartin.

Li vir tu kes nema ye.

Hemûyan jiyana xwe ji dest dane.

Yên tên derxistin kî ne, yên tên veşartin kî ne, tu kes nizane.”

AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo di mijara tespîtkirina nasnameyan û xizmetên definkirinê de koordîneyek hebe, bi Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir re koordînasyonek ava kirine.

Ev kordînasyon 7’ê Sibata 2023’an ji hemû walîtî û saziyên re ferman şandine.

Di vê biryarê de hatibû gotin, cenazeyên nasnameya wan nehatine tespîtkirin wê heta 24 saetan bên sekinandin, piştre mînakên DNA û şopa tiliyê were girtin, wêneyên wan bên kişandin û herî dawî bên definkirin.

Li Semsûrê mexdûrên erdhejê xemsariya dewletê şermezar kirin

Back to top button