Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: Çareserî bi îdeolojiya rizgariya jinê dibe

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyeke 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîrozkir û got: “Di sedsala 21’ê de îdeolojiya ku karibe krîza sîstemî çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye”

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand

Komîteyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî di serî de li hevrêyên xwe yên li zindanan bi vê biryardariyê li ber xwe didin û li dayikên ku di Nobeda Edaletê de ne pîroz kir û got:

“Jiyana mirovan tenê dema ku azad be, bi wate ye; jiyaneke dûrî ji azadiyê li ku dibe bila bibe ew der ji bo jinê her tim mîna zindaneke tarî ye.

Lewma jiyana Modernîteya Kapîtalîst ji bo jinan her tim zindaneke tarî ye.

Hêzên hegemon di bin navê jiyana modernîteyê de ji bo civakê bixapîne her tim qala wekhevî, azadî û biratiyê dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîna her demê di vê demê de jî jin bi roleke dîrokî radibin ku rûyê rast ê hêzên sîstema hegemon raxin pêş çavan û hate gotin:

“Ev rol gaveke xurt e ku di asta stratejîk de bê nirxandin.

Yekemcar di vê pêvajoyê de jin di asteke rêxistinbûyî de li hev kom bûn û bi rengekî rêxistinî nerazîbûna xwe ya ku mafê çalakiya demokratîk e li hemberî sîstemê nîşan dan.

Ev jinên berxwedêr hêz û potansiyela xwe ji mîrateya şoreşa Neolîtîk wergirtin.

Komîteya Zîndanan a PKK-PAJK’ê dazanîn ku tevgera azadiyê bi pêşengtiya Rêber Apo bi îdeoliyiya Rizgariya Jinê meşeleya 8’ê Adarê hîn xurtirkir û wiha pêde çû:

“Rêbertî bi îdeolojiya rizgariya jinê re ku sala 1998’an ragihand, nîşan da ku enerjiya herikbar a jinê ku di 8’ê Adarê de hate nîşandan, nikare bê astengkirin û ji niha û pê ve jî wê neyê astengkirin.

Îdeolojiya me ya rizgariya jinê ji xwe re kir armanc ku li dijî rastiya kolekirina jinê, jin xwe bispêre hêza xwe, bibe xwedî îrade, di jiyan û têkiliyên xwe de bibe hêmana bingehîn û xwedî sekneke serbixwe.

Di sedsala 21’ê de îdeolojiya ku karibe krîza sîstemî çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye”

KJK: Eger em jin yekitiya xwe gerdûnî ava bikin ti hêz nikare me têk bibe

Back to top button