Hêzên dewleta Îranê li Banê ciwaneke din qetil kir

Li yek ji bendên kontrolê yên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê piştî êşkence û lêdanê, ciwanek gulebaran kirin û ew qetilkirin.

Duh di saetên êvarê de ciwanek bi navê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan a ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li bendek kontrolê hat sekinandin.

Hêzên dewletê destpêkê li wî xistin û piştre gule lê barandin, di encama gulebaranê de ciwanê 19 salî jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, welatiyan xwe gihandin cihê bûyerê û cenazeyê wî ciwanî rakirin Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li Bane.

Di wan kêlîyan de, di navbera hêzên Îranê û welatiyan de pevçûn derket û welatiyan baragehên wan dan ber agir.

Back to top button