Pervîn Bûldan: Daneyên rast nehatiye eşkere kirin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkîldarî erdhjê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bûldan destnîşan kir ku ji mirinên piştî erdhejan qewimîn desthilat berpirsiyar e û di pêvajoya giran de bêçare mane. Lewma HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê amade kirine.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê têkildarî qewimandinên piştî erdhejên 6’ê Sibatê, belgeya helwestê ya tespît û pêşniyazên çareseriyê, eşkere kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Li gorî daneyên fermî di erdhejan de 50 hezar welatî canê xwe ji dest dane.

Lê belê daneyên rasteqîn nehatine parvekirin û hejmara rasteqîn ji hejmara fermî zêdetir e.”

Bûldan anî ziman ku desthilatiya Tirkiyê têkildarî erdhejan tu tedbîr negirtiye û encamên giran ên erdhejên berê li Tirkiyê qewimiye bi bîr xist.

Pervîn Bûldan: Li şûna piştevaniyê dizî û nelirêtiyê dikin

Hevseroka HDP’ê diyar kir ku tabloya xemgîn û biêş a qewimye ji ber xemsariya desthildatê pêk hatiye û got: “Desthilatdar 20 sal in li pey ranta avahiyan û îmarê ye.

Di erdhejên dawî ku qewimin de jî desthilata AKP-MHP’ê tu tedbîrên pêwîst negirtine.

Ev jî nîşan dide ku saziyên cemaweriyê neamade ne.

Di erdhejên Mereşê de ev rewş baş hat dîtin.

Ev ne bes e, vê carê jî saziya AFAD li şûna ku pêşî li karesatê bigire, diziyê dike.

Ev dizî û nelirêtî jî, kêrî desthilatê tê.

AFAD û Kizilay li gorî daxwazên desthilatê tevdigerin.”

HDP 13 Xalên çereseriyê ku divê piştî hilbijartinê bên kirin amade kirine

Dawiyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan da zanîn ku îktidara siyasî ya heyî li ber pirsgirêkên qewimîne çareseriyek li pêş nexistiye û hêza wê a têrker nebûye.

Lewama wan 13 xalên wek tespît û çareseriyên ku divê piştî hilbijartinê bên kirin amde kirine.

Back to top button