Leşkerên Tirk zarokek û şivanek li Colemêrgê birîndar kirin

Li her devera lê, dewleta Tirk bi leşker û çeteyên xwe ve, kirin û sûcên xwe yên dermirovî pêk tîne..Vê carê jî sûcê wan li navçeya Rûbarok a Colemêrgê bû ku bi hovîtî zarokek û şivanek birîndar kirin.

Şivanê bi navê Şahap Şendol ê 23 salî dema li pezê xwe yê windabûyî digeriya û Celîl Ekîncî yê 17 salî dema bazirganî dikir; rastî êrişa leşkerên Tirk hatin.

Di encama êrişa wan de, her du kes birîndar bûn û ji nexweşxaneyeke Başûrê Kurdistanê re hatin rakirin.

Şendol ji destê xwe ve û Ekîncî ji zikê xwe ve birîndar bûn û yê dawî hîna jî tê dermankirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede dîmenê birîndarbûna wan bi par ve kir û ev yek li ser nivîsî “Ji dadgeriya ku kirinan diparêze dipirsim; hûn li gorî kîjan qanûnan tevdigerin, ka mafê jiyanê!”

Back to top button