Di 16’ê Çileyê de, li Reqayê Nûra El-Ehmed a 25 salî ku ducanî bû, û zaroka wê ya 8 salî hatin kuştin.
Hêzên Asayîşê eşkere kir ku endamên wan kujerê Nûra û keça wê girtin e.
Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin :
“Roja Duşemê hêzên li dijî Tawanan raporek li ser kuştina “Nûra El-Ehmed” û keça wê ya heşt salî wergirtin.
Endamên li dijî tawanan cihê bûyerê keşf kirin..
Delîlên cînayetê berhev kirin û dest bi lêkolîn, şopandin û komkirina agahiyan kirin.”
Asayîşê da zanîn ku Hêzên wan di nava bîst û çar saetan de xwe gihandin kesên gumanbar û ew girtin..
Hêzên Asayîşê dawiyê tekez kir ku piştî bidawîbûna lêkolînan wê hûrgiliyên kuştinê bi raya giştî re parvebikin.