Li bajarê El-Dalî yê Yemenê , li dijî şahiyeke bidawîkirina perwerdeyeke leşkerî teqînek pêk hat û 7 endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî toreya El-Erebiye, di teqîna li dijî merasîma bidawîkirina dewreya leşkerî li bajarê El-Dalî yê Yemenê, kuştî û birîndar hene.
Li gorî daneyên destpêkê, 7 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Berpirsê çapemeniyê yê eniya El-Dalî Macid El-Şeyîbî, diyar kir ku dibe teqîn ji ber êrişeke moşekan a li dijî şahiya bidawîkirina perwerdeya hêzên ewlehiyê ya li stada El-Simûd a bajarê El-Dalî pêk hatibe.
Ajansa Reuters ku agahiyên xwe spart şahidên bûyerê diyar kir ku teqîn nêzî stada mêvanên şahiyê lê bûn, pêk hat.