Cîhanê 4’ê Tîrmehê roja herî germ derbas kir

3’ê Tîrmehê weke roja herî germ a li cihanê hate tomarkirin.
Hîna 24 saet derbasnebûyî rekoreke din hate şikandin û 4’ê Tîrmehê weke roja herî germ hate tomarkirin.
Mirov ji ber pêla germahiyê bifikarin û heta dibêjin, ev fermana mirina mirov û sîstema ekolojiyê ye!

Li gorî lêkolînên zanyarên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 3’ê Tîrmeha 2023’an ji roja ku daneyên meteorolojiyê hatine tomarkirin heta niha, roja herî germ a li ser rûyê erdê ye.

Navenda Neteweyî ya Amerîkayê ji bo Pêşbîniyên Jîngehê (NCEP) ragihand ku germahiya navîn a li ser rûyê erdê di 3’ê Tîrmehê de 17,01 pileya Celsius bû.

Hîna 24 saet di ser vê rekorê re derbas nebûyî, rekoreke din hate şikandin.

4’ê Tîrmehê bi germahiya 17,18 pile selsiusê re rekoreke nû şikand.

Ev yek tê wateya rekora nû ya germahiyê piştî 16,92 pileyî di Tebaxa 2016’an de hatî tomarkirin.

Ji Enstîtuya Grantham a Koleja Imperial ya Londonê Lêkolînera avhewayê Friederike Otto nirxandina van daneyan kir û got,

“Ev ne qonaxeke nû ye ku were pîrozkirin.

Ji bo mirovahî û ekosîstemê biryara mirinê ye.”

Li gelek deverên Cîhanê germahiya zêde

Di hefteyên borî de li eyaletên başûrê Amerîkayê ev demeke dirêj e rastî germa zêde hat.

Li Çînê jî demeke dirêje germahiya hewayê ji 35 pileyî derbas bû.

Germahiya li bakurê Afrîkayê li cihan nêzî 50 pileyî bû.

Li îstasyona lêkolînê ya Vernadski ya Ukraynayê ya li Antarktîkayê ku herêma herî sar a cîhanê ye, germahî wekî 8,7 pile hat pîvandin.

Di meha Hezîranê de dîsa li herêma mijara gotinê ev ast weke rekorek hat tomarkirin.

Li gorî zanyariyan, yek ji sedemên zêdebûna germahiya global jî guherîna avhewayê ye; ya din jî diyardeyeke nû ya El Nîno ya di destpêkê de ye.

Bûyera hewayê ya El Nino, bi gotinek hêsan, xwe wekî avên germtir ên li Oqyanûsa Pasîfîk ber bi rojhilat ve diherikin û germahiya gerdûnî bilind dibe xuya dike.

Guherînên mezin ên germahiya avên li ser rûyê oqyanûsê û diyardeyên atmosferê yên ku ji wan re çêdibin, bi navê spanî El Nino, ku tê wateya “kur” hatine binavkirin.

Li gorî zanyarên Amerîkî, pêla nû ya El Nîno ku yekem nîşanên wê di Hezîrana borî de hatin dîtin, bi taybetî di sala 2024’an de dibe sedema ziwabûnek mezin.

El Nîno ku bi taybetî di sala 1997/1998’an de bi bandor bû, li cîhanê bû sedema zêdebûna germahiyê ya nedîtî.

Back to top button