Mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî Meclisa Malbatên Şehîdan Serdana gorên Şehîdan kirin û li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Li kantona Firatê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.

Li pakrewangehê endama rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî û got:

“Em 8ˊê Adarê li tevahî jinên têkoşer, Rêber Abdullah Ocalan û jinên cîhanê pîroz dikin.”

Jin û endamên Saziyên Civaka Sivîl û koçberên Efrînê yên li Şehbayê jî mûm li ser gorên şehîdan li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê pêxistin.

Di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Sureya Hebeş axivî û soza şopandina rêya azadiya jinê ku Rêber Abdullah Ocalan daniye, da.

Li Dêrikê yê Qamişloyê jî bi boneya 8ˊê Adarê mûm li ser gorên şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Xebat pê xistin.

Back to top button