8’ê Adarê ji bo jinan li kantona Tebqayê, rojeke taybet e ku bi rêya wê sûcên qirkirinê yên li dijî jinan aşkera dikin û li hemberî wan sûcan têkoşîn û berxwedanê mezin dikin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriye Pêşerojê ya kantona Tebqayê Barîn Mamo roja 8′ Adarê li tevahî jinan pîroz kir û tundiya li dijî jinan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriye Pêşerojê Şeze El Elî jî anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo wan roja aşkerakirina sûcên li dijî jinan û mezkirina têkoşînê ye.
Endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê Nûr El Henefî bi boneya 8’ê Adarê, bang li jinan kir ku tundiyê li xwe qebûl nekin.
Endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya Huda El Elî jî derbarê 8’ê Adarê de da zanîn êdî jin bi fikir û çanda xwe, destkeftiyên xwe diparêze.