PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qadeke tevliheviyan

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ bang Iraqê kir bi rêya danûstandinan li çareseriyê bigere û Şengalê neke qadek tevliheviyê. Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê jî bang li civaka Êzidî û bi taybetî eşîrên Şengalê kir ku li dijî tevgera li ser Şengalê bêdeng nemînin.

Li Şengalê liv û tevgera artêşa Iraqê dewam dike û gelê Şengalê ji vê rewşê ne razî ye.

Herî dawî Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku ev liv û tevgera leşkerî zemîna provokasyonan ava dike ku li pey vê rewşê hikumeta Kazimî û PDK hene.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li nehiya Sinûnê ya Şengalê civiya.

Di civînê de kar û xebatên partiyê û rewşa siyasî, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê hate nirxandin.

Di civînê de hate gotin, pîlanên dijmin ên ser civaka Êzidiyan her ku diçe zêde dibin, armanca planan jî tasfiyekirina îradeya gelê herêmê ye.

Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Divê Iraq bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere, Şengalê neke qadek tevliheviyê.

PADÊ diyarkir ku nêzîkatiyên dawî yên Iraqê û êrişên dewleta Tirk, rê li ber vegerê digre, divê Iraq êrişên Tirkiyê bide rawestandin.

Herwiha hate gotin, daxuyaniyên parlamenterên PDK’ê xizmeta jiyana hevbeş ya li Şengalê nake, kesên di axivin jî temsîla gelê Şengalê nakin.

Xwedêda Çûkê: Divê Êzidî û eşîrên Şengalê bêdeng nemînin

Têkildarî liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê jî axivî.

Xwedêda Çûkê diyar kir ku wekî li hemberî dewletekî şer hebe artêşa Iraqê xwe li Şengalê bicih kiriye û got; “Di nav çend rojên dawî de bi sedan wesayîtên zirxî û hejmareke zêde ya leşkeran sewqî Şengalê hatine kirin.”

Xwedêda Çûkê destnîşankir ku yên ku bûn sebeb gelê Êzidî di komkujiyan re derbas bibe niha bi hêceta hêzên ne yasayî arteşa xwe li Şengalê bi cih dike.

Xwedêda Çûkê bêyî ku nav bide bal kişand ser daxuyaniyên parlamenterên PDK’ê yên derbarê Şengalê de jî û wiha got: “Hin parlamenter hene, bi dengê Êzidiyan çûne parlamenê û hin ji wan ev çend roj in dibêjin li Şengalê ewlehî, aramî nîne.

Dibêjin eger em venegerin Şengalê em nahêlin ewlehî û aramî li herêmê çêbibe.

Ew zextê li hikumeta Iraqê dikin, ew artêşa Iraqê bi ser me de dişînin.”

Xwedêda Çûkê di dawiyê de bang li hemû Êzidiyan û bi taybetî jî rûspiyên eşîran kir ku li beramberî vê hewldanê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

Back to top button