Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan piştevaniya jinan ji aliyê hiqûqî ve dike

Navenda Lêkokîn û Parastina Mafên Jinan, navendeke qanûnî û sivîl e ku li ser belgekirina sûcên li dijî wê dixebite. Heta niha navendê li herêmên dagirkirî kuştina 64 jinan belge kirine.

1’ê Çileya 2020’an Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Qamişlo hat vekirin.

Ev navned, qanûnî û sivîl e ku li ser lêkolîn û belgekirina sûcên li dijî jinan dixebite.

Di navendê de komek ji hiqûqnas û çalakvanên parastina mafên jinan cih digirin.

Şaxên wê li hundir û derveyî Sûriyê hene, ew jî ji desteya damezrîner, desteya rêveber, desteya giştî û nivîsgehan li gorî pêdiviyan pêk tê.

Navend dewre û werşeyên xebatê û panelên taybet bi jinan li dar dixe.

Her wiha hevrûkirina qanûnî di navbera qanûna jinan a Rêveberiya Xweser û qanûnên rewşên takakesî li dewletên cîran de, di aloziya Sûrî, ewlehiya derûnî û cudahiyên takakesî yên xurt li gel jinan, pêk tînin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan
Li Serêkaniyê 30 rewşên destdirêjiyê hat belgekirin

Navendê heta niha 90 rewşên kuştinê yê di êrîşa komkujiya Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve, 24 jî di teqîna li Hola Senabil a Hesekê de 13 rewşên xwekuştinê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kirin.

Li Serêkaniyê yê dagirkirî, 30 rewşên destdirêjî, 49 kuştinê, 169 birîndarî hatin belgekirin.

Li Efrînê jî 15 rewşên kuştinê, 40 revandinê, 2 girtin û 2 birîndarî hatin belgekirin.

Têkildarî vê Endama Desteya Damezrîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Qamişlo Beşîra Cemaledîn diyar kir ku ” dema ku sucek li dijî jinan pêk tê, ew bi riya hevpeyvînan vê bûyerê belge dikin”.

Beşîra Cemaledîn got:

Navend piştî agahiyan belge dike, li ser asta herêm û navneteweyî belav dike.

Back to top button