Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê Riza Polat diyar kir ku tecrîd berdewamiya polîtîkaya qirkirinê ye.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Riza Polat, destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê feraseta sedsalî ya dewletê ye û ev tişt anî ziman:
“Ger em rabin tenê bibêjin tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan tê pêkanîn, dê nirxandina me kêm bimîne.
Ev pêvajoyeke sedsalî ye. Ziman, çand û hebûna gelê kurd sed sal in tên tecrîdkirin.
Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, mafên çandî û neteweyî esas nayên girtin. Ev encamû polîtîka qirkirina kurdan e.
Riza Polat bêdengiya saziyên navnetewî jî rexne kir û got: Divê ev hêz dawî bêdengiya xwe bînin, em dibînin ku ev tecrîd bi tu awayî bi kêrî gelê tirk û gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn nayê.”