Li Hindistanê di qezaya trenê de herî kêm 275 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Hindistanê karesateke mezin rû da.
Trên li hev ketin û di encamê de heta niha herî kêm 275 kes jiyana xwe ji dest dane û bi sedan birîndar hene.

Li Bhûbaneswarê ku paytexta eyaleta Odîsha ya Hindistanê ye, di encama li hevketina du trênan de, 275 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 850 kesan jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê birîndaran hîn jî didome.

Aliyên peywendîdar ên Hindistanê jî destnîşan kirin ku tê payîn ev rêjeya miriyan zêdetir bibe.

Ji ber ku heta niha gelek cenaze û birîndarên din nehatiye dîtin.

Back to top button