Elî El Hesen: Serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî dimînin

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El Hesen eşkere kir ku armanca operesiyona Mirovî û Ewlehiyê tunekirina şaneyên DAIŞ’ê li Kampa Holê ye.

Elî El Hesen diyar kir ku li kampa Holê yên ku şaneyên DAIŞ’ê bi rê ve dibin, li herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê û Girêspî dimînin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa eşkere kir ku wan hewldanên kontrolkirina Kampa Holê ji derve têk birin û wiha got:

”Piştî zêdebûna xeteriya şaneyên DAIŞ`ê di nava kampa Hol de û li ser bingeha berpirsyariyên me yên mirovî ji bo parastina niştecihên kampê me dest pê kir”

Elî Hesen anî ziman ku piş êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê planeke mezin hebû. di navbera şaneyên veşartî yên li hundir û derveyê kampê.

Elî El Hesen teqez kir ku serçeteyên DAIŞ`ê yên van şaneyan bi rêve dibin de, koordîne heye. Desteka îstixibaratî, ewlehî û malî ji wan re tê pêşkêşkirin.”

Elî El-Hesen di dawiyê de, bang li welatê cîhanê bi taybet welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de ne, kir ku berpirsiyarên xwe bi cih bînin, da ku dosyaya van çeteyan were çareser kirin.

Back to top button