Zelal Ceger: Erdogan bi van êrişan dixwaze temenê xwe dirêj bike

Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Zelal Ceger diyar kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta tirk çareserî hêza cewherî ya gel bi xwe ye.
Her wiha Zelal Cîger derberê hildanên Tirkiyê de jî bang li hikûmeta Şamê kir ku neyê lîstokê Tirkiyê, ji ber ku li hevkirina bi Tirkiyê re wê xizmetê berjewendiyên gelên li Sûrî neke.

Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê Zelal Ceger êrişên li ser heremê û hewildanên lihevhatinê yê di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyê nirxand.

Der barê zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê de Zelal Ceger diyar kir Erdogan bi êriş gefan hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Zelal ceger eşkere kir ku dewleta Tirk bi pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan nikare tu serkeftinan bi dest bixîne; berovajî hêrsa gel a li hemberî wê zêde dibe.

Zelal Ceger: Lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re çareserî ye

Di dewamê de Endama Koordînîasyona TEV-DEM’ê Zelal Ceger îşaret bi hewldanên lihevhatina rejîma Tirk û hikumeta Şamê jî kir.

Zelal Ceger desnîşan kir ku lihevhatina Tirkiyê û hikûmeta Şamê wê bi ti çareseriyê bi xwe re neyne û got:

“Heger hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev kiriba wê rewşa gelê Sûriyê wê îro cûdatir ba.

Ji ber ku çareserî di destê Rêveberiya Xweser de ye.”

Zelal Ceger: Divê hikumeta Şamê neyê lîstokên dewleta Tirk

Di dawî de Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Zelal Ceger hişyarî da hikumeta Şamê ku neyê lîstokên dewleta Tirk a dagirker û ev bang lê kir:

Her wiha Zelal Ceger ji bo têkbirina êrişan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jinan jî kir ku xwe bispêrin hêza xwe ya xweser.

Back to top button