Şerê li Zap, Xakûrkê û Metînayê

Gerîlla li herêmên Zap, Metîna û Xakûrkê li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin, 2 çeper jî hatin tinekirin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li herêmên Zap, Xakûrkê û Metînayê li hêzên artêşa Tirk dane.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk tevî teknîka xwe a giran jî nikare pêşî li berxwedana gerîlla bigre.

Têkildarî encama çalakiyan jî HPG’ê ev agahî dan:

HPG: Di çalakiyên Gerîlla de 8 leşker hatin kuştin

9’ê Cotmehê dagirkerên li derdora qada Sîda 2 caran bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Li nêzî çeperên şer û devera Şehîd Felat jî pergala kamereyên şopandinê hate rûxandin.

Li devera Şehîd Agir jî dema hêzên dagirker xwestin nêzî çeperên şer bibin bûn armanca gerîlla.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li qada Saca jî leşkerek ji aliyê gerîllayên sekvan ve hate kuştin.

Li herêma Xakûrkê jî 9’ê Cotmehê dagirkerên li derdora Girê Şehîd Derwêş bûn ramanca gerîlla.

Di çalakiyê de 2 çeper hatin tinekirin û 4 leşker jî hatin kuştin.

Li herêma Metînayê gerîlla li derdora Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker dan.

Li vir jî 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî parve kirin:

Artêşa dagirker 9’ê Cotmehê 9 caran bi bombeyên qedexekirî êrişî qadên gerîlla kir.

Back to top button