Balafirên bêmirov a dewleta Tirk êrişî gundekî Şengalê kir

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di danê ber bi êvarê de li nêzî bajarokê Tilizêr êrişek pêk anî.
Li gorî agahiyên destpêkê şervanek YBŞ’ê birîndar bûye.

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di danê berbi êvarê de li Şengalê êrişek pêk anî.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî ku xwe dispêrin çavkaniyên ewlekariyê yên Şengalê, êriş li gundê Sikêniyê yê girêdayî bajarokê Tilizêr yê Şengalê pêk hat.

Devera ku êriş lê pêk hatiye li nêzî nuqteya şervanên YBŞ’ê ye .

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rojnewsê ve hatiye parvekirin di encama êrişê de şervanekê YBŞ’ê bi giranî birîndar bûye.

Têkildarî êrişa balafira dewleta Tirk ya dagirker heta niha ji aliyê Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Dewleta Tirk li Şêladizê komkujî pêkanî: 2 welatî şehîd bûn

Back to top button