Mistefa Ebdulkerîm û Olka Roso bûn hevserokên Yekitiya Bijîşkan

Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê a Şaxê Qamişloyê çaremîn konferansa xwe li dar xist.

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya Yekitiya Bijîşkan a Cizîrê de, Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxê Qamişlo, çaremîn konferansa xwe li dar xist.

Di konferansê de hevserokên Yekitiya Bijîşkan şaxa Qamişloyê Dr. Mistefa Ebdulkerîm, Dr. Nercis Hesaf û hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Dr. Ehmed Yûsif û bi dehan bijîşk amade bûn.

Di konferansê de endamê TEV-DEM’ê Rojhat Laşer axivî û qala girîngiya pêvajoyê a ku gelên herêmê têre derbas dibe kir.

Rojhat Laşer bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk jî û got bi berxwedanê ewê bi ser bikevin.

Piştre rapora salane ya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxê Qamişlo hate xwendin.

Di dawiyê de Dr. Mistefa Ebdulkerîm û Dr. Olka Roso wek hevserokên Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Şaxê Qamişlo hatin hilbijartin.

Back to top button