QSD’ê:Di êrişên li ser Zirgan û Til Temirê de 4 welatî şehîd û 14 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Zirgan û Til Temirê eşkere kir. QSD’ê ragihand bombebaranên ku 21 û 22ê Kanunê hatin kirin de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 14 welatî jî birîndar bûn. QSD’ê diyar kir 22ê Kanunê li gundê Um El Kêf yê Til Temirê hêzên wan bersiva êrişên çeteyan dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Zirgan û Til Temirê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir 21ê Kanunê, artêşa Tirk a dagirker çeteyên we di bejahî de êrişê gundewarên Til Temirê kirin û da zanîn li ser bersivdayina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ev êriş hatin şikandin.

QSD’ê destnîşankir artêşa Tirk û çeteyên wê bajaroka Zirgan a girêdayî Til Temir û gundên wê bi awayek dijwar bombebaran kirin û ev agahî parve kir,

“Ev bombebaran li hember gundên Um Işbê, Dawûdiyê, Eyn El Hewa, Rebîat, Esediyê, Hemra, Ezîziyê, Um El Kêf, Til Şinan, Tewîla, Til Tewîl, Til El Werd, Bobe, Xedrawî, Bisîs Foqanî hat kirin.

Di wan bombebaranên ku 21 û 22ê Kanunê hatin kirin de 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 14 welatî jî brîndar bûn.

Herwiha di van bombebaranan de 3 leşkerên rejîma Suriyê jî brîndar bûn.”

QSD’ê diyar kir 22ê Kanunê jî li derdora gundê Um El Kêf yê li bakurê Til Temirê hêzên wan bersiva êrişên çeteyan dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

QSD’ê: Artêşa Tirk qanûn û pîvanên şer binpê dike

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD’ê bal kişande li ser daxuyaniyên derew ênWezareta Parastinê ya dewleta Tirk û ev tişt got,

“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ragihand ku 22’ê Kanunê 10, 23’ê Kanunê jî 2 şervanên me ji aliyê wan ve hatine şehîd xistin.

Ji wan nûçeyan jî diyar dibe ku dewleta dagirker welatiyên sivîl yên ku di bombebarana wan de jiyana xwe ji dest dane û brîndar bûne wekî şervanên me nîşan dide.

Dewleta Tirk a dagirker bi nûçeyên derew ên wiha hewl dide ku raya giştî û ragihandina cîhanê bixapîne û êrişên xwe rewa nîşan bide.

Lê yên ku êriş dikin û hemû qanûn û pîvanên şer binpê dike artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.”

Back to top button