Plaschard: Hevdîtina li gel Sedr baş derbas bû

Aloziya siyasî ya li Iraqê, rêveberiya welat daye rawestandin.
Nûnera Taybet a Sekreteriya Giştî ya NY li Iraqê bi Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir civiyan.
Û hate gotin, civîn baş derbas bûye.

Nunera Taybet a Sekreteriya Giştî ya NY li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert bi serokê Tevgera Sedir Meqteda Sedir re, li Necefê hevdîtinek pêkanî.

Jennin Henin Pleaschaert piştî hevdîtinê ragihand ku li ser giringiya dîtina çareseriyek ji bo krîza siyasî a niha li Iraqê heyî guftugo hat kirin.

Her wiha diyarkir ku wê Sedr piştre peyamek bide.

Hevdîtina li gel Sedr di demek wiha de ye ku heftiyeke alîgirên Tevgera Sedr di avahiya Parlamentoyê Iraqê de ne.

Sedr di peyama xwe ya herî dawî de diyarkiribû ku divê Parlamento were betalkirin û ji nude hilbijartin were kirin.

Nûnerê Sedr: Baweriya welatiyan bi berpirsyaran nemaye

Li aliyekî din, Nûnerê Muqteda Sedr Muhend Musewî di axaftina xwe ya nimêja Înê ya li Bexdayê de got;

“Iraq bi saya hikumetên li pey hev, bûye yek ji welatên herî li pêş ên gendeliyê.

Ji ber wê jî ti baweriya welatiyan bi siyasiyan nemaye.

Back to top button