Pakistanê…Di nava mehekê de ji ber lehiyê 549 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Pakistanê ev mehekê ji ber baranên bi şid, li gelek herêman lehîd bû.
Li gorî daneyên fermî, heta niha ji ber rabûna lehiyê, 549 kesî jiyana xwe ji dest da.

Destpêka Tîrmehê li Pakistanê, barana bi şid a Monsoon bandoreke xerab li welat kir.

Ji ber barînê, li gelek deveran lehî rabûn û avahî dan ber xwe.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, li 46 hezar xanî zerar bûye.

Her wiha gelek pirên navendî jî hilweşiyan.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku di nava mehekê de herî kêm 549 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên li lehiyên ew dane ber xwe, bi deh hezaran kes bê cih û war mane û ji bo wan kamp hatine sazkirin.

Back to top button