Li gundê Heşlûm yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê di navbera rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer rû da.
Li gorî agahiyên ajansa Hawarê, di şer de çekên giran hatin bikaranîn.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê El-Fatisa yê nêzî depoyên Şêrgirakê topbaran kir.
Gundê Heşlûm 30 KM, li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dikeve.
Derbarê agahiyên topbaranê û zirarên wê de agahî ne hatin bidestxistin.
Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî gundên Bîr-ketik û كوبر-لك Kopirlik ên Girê Spî kirin.
Her weha dagirkeran gundên Xalidiyê û Şergirakê yên navçeya Eyn Îsayê jî bi hawn û obusan topbaran kirin.