Di erdhejê de rûyê rast ê desthilata AKP-MHP’ê derket holê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan erdjeke li Bakurê Kurdistan, Rojava, Sûrî û Tirkiyê nirxand.
Dûram Kalkan got:
“Tişta qewimî rûyê rast ê desthilata Erdogan eşkere kir. Ev desthilat rizyaye.
Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û dev ji axa xwe bernede vegerin gundên xwe, xwe ji vê pergala dizî û talanê rizgar bikin. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Taybet a Medya Haberê de bi berfirehî erdhej û encamên wî nirxand.

Dûran Kalkan destpêkê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî ji birîndaran re jî şifa xêrê xwest û got:

“Herêma ku erdhej lê pêk hatiye herêmeke nifûsa Kurd, Ereb, Tirk lê gelek bi tevger e.

Qadeke wisaye ku nifûsa Kurd ya herî dînamîk lê dijî ye.

Ev yek bi awayekî zelal hate dîtin, tişta piştî erdehjê qewimî rûyê rast ê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê derxist holê.

Bi tekoşîna li dijî encamên giran ê erdhejê em dikarin azadiyê bi dest bixin.

Nêzîkatiya rast teqez ev e.”

“Desthilat sûcdare ji ber ku li gor erdhejê jiyan ava nekiriye”

Dûran Kalkan derbarê encamên giran ê erdehjê de jî ev nirxandin kir:

“Ji ber ku li gorî erdhejê tedbîrên pêwîst nehat girtin karesetekî bi vî awayî rû da.

Sûcdar ne erdhej e, sûcdar ew in ku jiyaneke li gorî erdhejê ava nekirine

“Li gorî rastiya erdnîgariyê divê jiyan bihata avakirin”

“Helber erdhej karesetekî xwezayî ye lê jiyaneke li gorî erdhejê nehatiye avakirin.

Ev bû sedema encamê giran

Em nikarin rê li ber erdhejê bigrin û em nikarin bibêjin çima erdhej çêbû

Lê dikaribûn rê li ber encamên wiha mezin bigirin, dikaribûn jiyaneke li gorî erdhejê ava bikin.”

Derbarê encamên siyasî yên erdhejê de jî Dûran Kalkan diyar kir ku erdhej rûpoşên wan xist xwarê, rastiyan derxist holê.

“Erdhej rûpoşên wan daxist xwarê rastî derxist holê”

“Rêveberiya me ji destpêkê ve giraniya vê rewşê zanibû û daxuyaniyên xwe jî li gora wî da.

Bang li gel kir ku piştgirî bidin hev û bang li aliyên şoreşger û demokratîk kir ku seferber bibin.

Rêxistina me ji bo ku zêdetir hêza xwe seferber bike ‘bê çalakîbûn’ ragihand.

Û li gorî wê jî nêzîkatiya me dewam dike, gelê me ji bo wê seferber bûye.”

“Divê kes firsendê nede Erdogan da ku vê rewşê ji bo xwe bikarbîne”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi berdewamî balkişand li ser helwesta Erdogan a derbarê erdhejê de.

“Erdogan di nava telaşê de ye ku bi belavkirina pere, heqaret û gefan li ser sûcên xwe bigre

Bi beralîkirina Dewlet Bahçelî jî bi awayekî wê vî sûcê xwe girantir bike.

Bi vî awayî wê erdehê jî ji xwe re weke lutfa xwedê bikar bîne û temenê desthilata xwe dirêj bike.

Divê ev firsend neyê dayîn.”

Dûran Kalkan: Divê gel dev ji axa xwe berne de

Dûran Kalkan ji gel jî xwest ku gûh nedin astengiyan cih û warên xwe neterîkînin û vegerin gundan.

Ew kesên ku li van bajaran bi vî awayî kom bûne neçin aliyên ku AKP/MHP dixwaze divê biçin gundan.

Hin malbat dibêjin em naxwazin gundên xwe derkevin

Teqez ev rast e, divê civaka gund dest ji ax û warê xwe bernede.

Dikarin jiyaneke ewle ji xwe re avabikin, ji xwe divê wiha be jî.

Divê em vê rihê hevgirtinê vegûherînin bîrewerî û rêxistinbûnê

Back to top button