KJK: Divê her maleke Kurd bibe dibistana çand û zimanê Kurdî

Îro, 21’ê Sibatê roja Navnetewî ya zimanê dayîkê ye.
Bi wesîleya vê rojê Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê daxuyaniyeke da û got:
”Divê her mal bibe dibistanek ziman û çanda Kurdî”

Bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî, Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK’ê diyar kir ku zimanê dayîkê, sembola nasname û çanda gelan e, mafê herî xwezayî û pîroz ê mirov e û got:

”Kedkarê rastqeqîn ê zimanê Kurdî Rêber Apo ye.

Wî bi têkoşînê deriyê pêşketinê li zimanê me vekir, hişmendiya xwebûn û azadiyê li nav me belav kir .

Lewre destpêkê ev roj li Rêber Apo, dayîkên ku zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin dikin, mamoste û li hemû gelan pîroz dikin. ”

KJK’ê da zanîn ku ev roj xwediyê girîngiyeke jiyanî ye û wiha pê de çû:

”Ziman ne tenê amûreke danûstandinê ye, ew bi xwe weke nirxeke civakî, dîrok, çand û nasnameya gelan a netewî şênber û domdar dike”.

Bi salane dagirkerên Kurdistanê ji bo hebûna Kurdan ji holê rakin fermî zimanê Kurdî qebûl nakin.

Lê tevî kêmderfetiyan sekna mamoste û xebatkaran , li her dervera Kurdistanê û derveyî welat a ji bo zimanê Kurdî cihê rêzdariyê ye.

KJK’ê bal kişand li ser rola kêm a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî û ev tişt got:

Hêzên desthilatdar bi ti awayî derfeta azadiyê nadin gelan.

Û hewldaneke UNESCO ya ji bo parastina zimanê dayikê ya gelan nîne.

Di pêvajoyek wiha de gelê ku xwe neparêze, wê nikaribe ji tinebûnê rizgar bibe.

Ji bo wê pêwîste her malbateke Kurd, bi zanista ku “ziman hebûn û nasnameya mirov e”, destpêkê mala xwe bike fêrgeha ziman û çanda kurdî.

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê anî ziman ku heya mafê perwerdeya zimanê dayîkê bighê statuyeke fermî divê têkoşînek mezin were kirin û wiha bi dawî kir:

Di serî de dayîk, em bang li her kesî dikin ku li dora mamoste û kedkarên ziman bêhtir bibin yek û berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê Kurdî.

Back to top button