Nûrî Mehmûd: Ev êriş piştrast dike ku armanc qirkirina Kurda ye

​​​​​​Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd êrişa li dijî erebeya sivîlan a li bajarê Qamişloyê şemezar kir.

Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev êrîşa hovane piştrast dike ku armanca dagirkeriya Tirk qirkirina Kurdan e.

û wiha dewam kir: Careke din li pêşiya çavên cîhanê dewleta Tirk a dagirker komkujiyekê pêk tîne û hewl dide ku bi her awayî û li her derê miletê Kurd tune bike.

PYD: Dewleta Tirk hemû peymanên navneteweyî bin pê dike

Her wiha PYD’ê û Kongra Star jî bi daxuyaniyên cuda ev êriş şermezar kirin û banga danîna sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re kir.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe ên li dijî herêmê hemû peymanên navneteweyî bin pê dike.

PYD’ê bang li aliyên navneteweyî yên garantor kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan re deynin.

Kongra Star: Êrişa li dijî sivîlên Qamişlo sûcekî der mirovî ye

Kongra Star jî di daxuyaniya xwe de komkujiya ku dewleta Tirk li Qamişlo pêk anî şermezar kir.

Kongra Star ev sûc bi sûcekî der mirovî bi nav kir û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze aramiya li herêmê têk bibe.

Di dawiyê de Kongra Star bang li tevahî aliyên li herêmê ne, kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Back to top button